Li Antalyayê êrîşî otobusa Diyarbekirê kirin

Li Antalyayê êrîşî otobusa Diyarbekirê kirin

Li parêzgeha Antalya ya Tirkiyê, êrîşî otobusa Kompanyaya Ozlem Diyarbakirê kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li navçeya Gazipaşa ya Antalyayê, do bi şev di saet 9:30an de, hinek kesan bi keviran êrîşî otobusa Kompanyaya Ozlem Diyarbakirê kirin ku ji Antalyayê diçû Diyarbekirê.

Di êrîşa li ser otobusa Diyarbekirê de, 2 camên otobusê şikestin û 2 rêwiyên jin birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustî û cendirme ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên tendirustiyê her du birîndarên jin di nav ambulansê de derman kirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Saziyên fermî heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedane.

Pustên heman beş