Asayîşa PYDê du ciwanên Rojava revandin û kuştin

PYDê du ciwanên Rojava revandin û kuştin (2)

Çekdarên PYDê, baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê, du ciwanên Kurd revandin û paş ku êşkenceyeke mezin li wan kirî, ew di zîndanê de qetil kirin.

Revandin, îşkencedan û kuştin, ew karin yên ku rojane çekdarên PYDê li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê encam diden, desthilata PYDê li Rojava çi bê rûmetiyek nemaye ku derheq gelê Rojava de encam neda be, bi awayekê ku niha li Rojava cudatî di nêvbera desthilata PYDê û desthilata rejîma Esed de tune.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê hinek agahî li derbara tewana kuştina du ciwanên Efrînê ji hêla Asayîşa PYDê ve bi dest xistine, di vê tewanê de, du ciwanên Kurd ku ji ber dagîrkerîya Tirkiyê ji Efrînê koçberî Qamişloyê bibûn, li Qamişloyê ew bi destê Asayîşa PYDê ve bi awayekî hov hatine qetil kirin.

Li gorî agahiyê pêgeha me, Asayîşa PYDê, bera 5 mehan du welatî ji Qamişloyê bi navên “Mihemed Elî Ehmed û Şêro Ezîz Mihemed” revandin û xistin di zîndanê de, paş ku îşkenceyeke mezin li wan kirî, li roja 11/4/2021ê bi awayekî hov qetil kirin.

Di teqîba vê tewanê de, çavkaniyên pêgeha me agahî bi dest xistine ku cesedê van herdu ciwanan li cîhekê nediyar bi axê hatine sipartin û malbatên wan ciwanan nizanin gorên ewladên wan li ku derê ne.

Zanyariyên van ciwanan wusane:

  1. Mihemed Elî Ehmed, ji dayîk bûyê sala 1985an e, navê dayîka wî “Xezal e” û bi Eslê xwe ji “Cindirês-Efrînê” ye, paş dagîrkirina Efrînê ji hêla Tirkiyê ve ji boy Qamişloyê hatbû koçber kirin.

  2. Herwiha Şêro Ezîz Mihemed jî, ji dayîk bûyê sala 1984an e, navê dayîka wî “Xatûne”, bi eslê xwe ji “Efrînê”ye, ew jî mîna Mihemed û bi hezaran kesên din, piştî dagîrkirina Efrînê ji hêla Tirkiyê ve, koçberî herêmên di bin desthilata PYDê dibin, ew jî li Qamişloyê nîştecî dibe, lê çekdarên ser bi Asayîşa PYDê wî direvînin û piştire wî dikujin.

Tevî ku hejmareka herî zêde a gelê Rojava paş dagîrkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirkiyê ve koçberî navçeyên di bin desthilata PYDê da bûne, lê belê, li wan navçeyan ji hêla çekdarên ser bi Asayîşa PYDê ve rastî revandin, îşkence û kuştinê tên.

Pustên heman beş