Tirkiyê Eyn Îsa topbaran kir, sivîlek kuşt û 5 birîndar kirin

تركیێ عه‌ین عیسا تۆپباران كر، سڤیله‌ك كوشت و 4 بریندار كرن

Artêşa Tirkiyê û komên çeteyên wê, îro ber bi sibehê ve êrîşî Eyn Îsayê kir, di êrişê de sivîlek hat qetilkirin û 4 sivîl birîndar bûn.

Îro roja çarşemî 22/9/2021ê, artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di saetên sibehê de êrîşî rêya M4ê û gundê Dibis yê ser bi Eyn Îsayê kir, piştî ku Şervanên HSDê bersiv dan êrîşan, li herêmê şer û pevçûnên dijwar rû dan.

Li gorî agahiyên destê me, di encama êrîşê de sivîlê bi navê Mecîd El Ewed yê 35 can da û 4 sivîlên din birîndar bûne.

Ji kesên birîndar: Zeyneb Mihemed Şerîf 30 sal, Mihemed Şerîf El Ewed 83 sal û hemû sivîlên birîndar ji gundê Dibis n.

Pustên heman beş