PKKê xortekî din yê Rojava revand

PKKê xortekî din yê Rojavayê revand

Rêxistineka PKKê li devera Şehba ya bajarê Heleb yê Sûriyê xortekî Kurd revand û bi zorê çekdar kir.

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ku girêdayî PKKê ye û li Rojava kar dike, roja 18 vê mehê xortekî 16 salî bi navê Mihemed Îbrahîm Arif li gundê Til Qerah li devera Şehba ya Helebê revand.

Endamên wê rêxistina PKKê ew xort birine serbazgehê û bi zorê kirine çekdar.

Heta niha gelek xort û zarokên ku temenê wan negihîştiye 18 salan, ji aliyê PKKê ve hatine revandin û bi zorê hatine çekdarkirin.

Ew xortê ku hatiye revandin, xelkê Efrînê ye lê piştî ku Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hat dagîrkirin, koçberî devera Şehbayê bibû.

Ev di demekî de ye ku YPG û HSDê rêkeftina çekdar nekirina zarokan îmze kirine.

Rêxistina PKKê ji bo çêkirina Şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên welat dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên mafên mirovan yên navdewletî hatîye tesbît kirin.

Pustên heman beş