Balafirên Tirkiyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên Tirkiyê gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê, gundekî sînorê Amêdiyê du caran bombebaran kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Amêdiyê eşkere kirin, îro roja çarşemî 22/9/2021an, li saet 7:30ê, balafirên şer ên Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKKê li gundê Sergelê yê ser bi devera Nihêlê li Amedîyê bombebaran kir.

Çavkaniyên me her weha da zanîn ku heya niha bi temamî nayê zanîn ku zirarên PKKê di vê bordomanê de çi qasin, lê belê, weke xweya hin zirarên wan hene.

Gundê Sergelê, dikeve Rojhilatê bajarokê Amêdiyê bi dûratiya 6 kîlometran, bi sedema hebûna baregehên PKKê li nêzî vî gundî ev çendîn carin tê bombebaran kirin, hin caran zirar bi şêniyên gund jî gihiştiye, tevî ku şêniyên gund hin caran ji çekdarên PKKê xwestiye li gundê wan dûr bikevin daku canê şêniyên gund nekeve xeteriyê, lê belê, çekdarên PKKê daxwaza gundiyan bi cî nahînin û li gund dûr nakevin.

Pustên heman beş