Li Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê koçberekî ku xwest ji polisan bireve lê di encam de erebê lêda û canê xwe ji dest da.
Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê polîsan xwestin minibuseke ku 20 koçberên Efxan tê de bûn, li xala kontrolê ya li ser rêya Riha-Edenê birawestînin, lê ajotvanê minibusê ranewestiya û reviya. Piştî demekê ewlekaran dan pey wê minibusê û minibus rawestandin.
Li gor agahiyan koçbereke Efxanî ku nexwest xwe radestî ewlekaran bike dema hewl da derbasî aliyê din yê rê bibe, erebeya bi hejmara 22 T 1033 ku kesekî bi navê M.B. diajot lêda.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û di encama pişkînê de dîtin ku wî koçberî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye. Tîmên tendirustiyê termê wî koçberî ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Pizîşkiya Dadî.
Piştî kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Talibanê ve bi hezaran koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê di ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbasî Wanê dibin. Rojane di nav sînorên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hejmareke zêde ya wan koçberan ji aliyê ewlekaran ve tên destserkirin.