Çeteyên girêdayî PKKê li Qamişlo Êrişî xelkê sivîl kirin

Çeteyên girêdayî PKKê li Qamişlo Êrişî xelkê sivîl kirin

Li rojava, çeteyên girêdayî PKKê êrîş birin ser kesên ku dixwastin zêdebûna nirxa pêdiviyên jiyanê yên wekî xwarin û sotemeniyê pirotesto bikin.

Li ser banga (ENKS) duh, demjimêr 17:00, li bajarê Qamişlo yê Rojava Kurdistanê, di xwepêşandanekî de zêdebûna bihayê xwarin û mazotê, her weha zêdebûna bacê û girtina serkirdeyên partiyan hatin pirotesto kirin.

Çeteyên herêmî yên girêdayî rêveberiya xweser êrîşî xwepêşanderan kir. Di encama êrîşa hêzên herêmî li ser xwepêşandanan de hin xwepêşander brîndar bûn.

Tevgera gulebaranê ya PKK: ciwanên Şoreşger

Li rojava koma bi navê Ciwanên Şoreşger ku rasterast girêdayî PKKêye, li ser gel faşîzmê dikin. Ev koma ku gelek îmtiyazên wê hene, gel ditirsîne, êrişî avahiyên ENKSê dike û tirsê di nav gel de belav dike.

Ciwanên Şoreşger, rêxistineke mîna Alperen ya li Tirkiyê, hêzeke çekdare. Rêveberiya wê bi piranî ji Bakurê Kurdistanê ye, ku rasterast kadroyên PKKê ne û ji aliyê Cemîl Bayik ve hatine destnîşankirin. Ew ciwanên ku ji xwe bêkarin û bi pirisgirêkên aborî re rû bi rû ne li Qamişlo dicivînin û wan wekî amûrên propagandayê bikar tînin.

Di xwepêşandanên ku ENKSê li Qamişlo organîze kir de, dirûşmeyên “na ji bo girtinan”, ” na ji zêdebûna sotemeniyê re”, ” na ji wergirtina bacê ji hemwelatiyan re”, “ji girtîyan re azadî”, ” na ji zêdekirina buhayê nan re” derketin. . Ji bo pêşîlêgirtina vê meşa asayî, PKKê gelek lîstik organîze kirin. Pêşîn, PKKê alîgirên xwe şandin cîhê xwepêşandanê û bi vekirina muzîka blind di wesayîtan de xwest pêşiyê li xwepêşandanê re bigre. Piştre, koma çeteya bi navê Ciwanên Şoreşger êrîşî xwepêşandêran kir.

ENKS: daxwazên me daxwazên gelin

Endamê desteya serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl di xwepêşandanan de axaftinek kir û diyar kir ku xwepêşandan ne tenê rewşeke ku ENKSê dixwaze û got, “ev çalakî ne tenê daxwaza partiyek û malbatekêye, daxwaza her kesîye ku li herêmê dijîn.”

Îsmaîl xîtabî gel kir û got, “beşdariya weya li çalakiyê ji bo mebestên piştgiriyê ye” û diyar kir ku ewê li ser zêdekirin, bac û girtinên siyasî xebatên xwe bidomînin.

Hat ragihandin ku li bajarên dinên rojava jî çalakî hatin lidarxistin.

Pustên heman beş