Rûsya çeteyên Tirkiyê bombebaran kirin

Rûsya çeteyên Tirkiyê bombebaran kirin

Balefirên Rûsyayê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê navçeyên di bin destê Tirkiyê û grûpên çekdar de ne bombebaran kirin.

Balefirên Şer yê Rûsya du derdora gundên Basilhaya, Cilbil û Basûfanê li gundewarê Efrînê  ku di bin destê grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê de ye bombebaran kir.

Li gor zanyariyan, balefirên Rûsya baregehên grûpa Cebhe Şamiye ya ser bi Tirkiyê li derdora herdû gundê Cilbil û Basile li nahiya Şêrawa ya ser bi Efrînê ve bombebaran kirine.

Ji aliyekî din ve, balefirên Rûsya derdora gundê Ruweyha li çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Ev bombebarankirina Rûsyayê ya grûpên grêdayî Tirkiyê navçeyên di bin destên wan de di demekê de ku biryar e roja 29 vê mehê, Recep Tayyîp Erdogan û Vladimir Putin li Sochi bicivin pêk hat.

Pustên heman beş