Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, berfeke zêde bariya û li hinek cihan trafîk rawestiya.
Li navçeyên bilind ên parêzgeha Erdexanê berfeke zêde bariya. Ji ber berf û pûkê rêya Erdexan-Şavşat û Erdexan-Duxurê li hinek cihan trafîk rawestiya.
Bi taybetî li Geliyê Sahara gelek barhilgir ji ber berf û pûkê asê man. Li ser rêya Erdexan-Çildirê li gundê Olçakê jî barhilgirek qulibî.
Li aliyê din di 24-25 Îlonê de li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde li çend gundan lehî rabû û mal û dikanên xelkê di bin avê de man.
Herwiha Li Çiyayê Sîpanê ser bi navçeya Elcewaza Bedlîsa Bakurê Kurdistanê berfa yekem a îsal bariya û xweza bi rengê spî xemilî.
Li herêma Serhedê ku ev çend roj in baran dibare doh 24ê Îlona 2021ê di demjimêrên êvarî de li serî çiyayên bilind berf bariya û dîmenên ciwan derketin holê.
Herwiha li bajarên wek Qers, Wan, Erzerom û Erzînganê jî berfa yekem a îsal bariya.