ENKS êrîşên Ciwanên Şoreşger(çeteyên çekdarên PKKê) şermezar kir

ENKS êrîşên Ciwanên Şoreşger(çeteyên çekdarên PKKê) şermezar kir

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên koma bi navê “Ciwanên Şoreşger” ên li ser xwepêşandana Qamişlo û ofîsên ENKSê şermezar kir û ragihand, ew êrîş wan natirsînin.

ENKSê 24ê Îlonê li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê, buhabûna kelûpelan û girtina endam û alîgirên ENKSê, xwepêşandan li çend bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê li dar xistibûn û di xwepêşandana Qamişlo de koma bi navê Ciwanên Şoreşger ên alîgirên PKKê êrîşî xwepêşandanê kiribûn û hejmarek kes jî birîndar kiribûn.

ENKS di derbarê êrîşên Ciwanên Şoreşger de, daxuyaniyek da û got, “Ciwanên Şoreşgêr ku ala PKKê hildabûn, bi dar û kevir û teqemaniyan êrîşî xwepêşanderan kirin û di encamê de hejmareke xwepêşander birîndar bûn û zirarên madî gihîştin mal û milkê xelkê.”

ENKSê herwiha diyar kir: “Di berbanga sibehê 25ê Îlona 2021an, çekdarên bi ser PYDê ve, li ser dîwarê nivîsgeha PDK-Sê ya rojhilatî Qamişlo û dikanên derdora ofîsê slogan û gotinên xirab û îxanetê nivîsandibûn. Herwiha tê zanîn ku ev ne cara yekem e ku çekdarên bi ser PYDê ve, kiryarên bi vî awayî pêk tînin ji revandina endam û alîgirên ENKSê û êrîş û şewtandina ofîsan dikin.”

ENKSê ew êrîş û kiryarên “Ciwanên Şoreşger” şermezar kirin û xwest, girtî û revandî di zûtirîn demê de bêne azadkirin û destnîşan kir, ew êrş wan natirsînin.

Pustên heman beş