Koalîsyona Navnetewî a li dijî DAIŞ ê ragihand ku alîkariyên wan yên ji boy hêzên ewlekariya Îraqê û Pêşmergehan wê bidomin ji bo ku Îraq di rihetiyê da be.
Berdevkê Koalîsyona Navnetewî Wayne Maroto li hesaba xwe a Twitter ê nivîsandîye: Heya wê dema rehetî û ewlekarî li Îraqê tê bi dest xistin, alîkariyên me yên ji bo hêzên Îraqê û hêza Pêşmergehan wê dewam bikin.
Her wiha dest nîşan kir, li destpêka operasyona Hêza Pûlayî, Amerîkayê pişitgrî daye hevpeymanên xwe yên Îraqî û Pêşmergehan, perwerde bi wan hatîye kirin û pere jêre hatine dabîn kirin, ji bo ku DAIŞ were têkbirin.
Berdevkê Koalîsyona Navnetewî dibêje: Em pabendin bi domandina alîkarîyan ji bo ku Îraq parastî û ewle be.