3 berpirsên bilind yên PYDê pereyan di dizin û di revin!

3 berpirsên bilind yên PYDê pereyan di dizin û di revin!

Hin berpirsên Rêveberiya Xweser a ser bi PYDê ve piştî ku pereyan dest xwe têxin di revin û heya niha ti kesek nizane ew bi kude çûne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî ragihand 3 berpirsên PYDê li Rojava Kurdistanê piştî 29/8/2021an, refên PYDê bi cî hiştine û bi pereyên li ber destê xwe de reviyane û tevî ku hin kes wusa dibêjin ew reviyane Tirkiyê, lê belê, ti zanyariyên erê kirî di dest de nîne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojavayê Kurdistanê ragihand, her yek ji Basil Ebdu, ji Eşîra Bûasiye, berpirsê beşê lekolînên tawanên rêxsitî, ku bi sedema îşkence kirina hovane ya gel di zindanên PYDê de, gel ew bi DAIŞê Zer bi nav dikir bi 4 pasewanên xwe re reviyaye.

Çavkaniyên me her weha ragihand, berpirsa duyemîn ya PYDê bi navê Heval (Rêzan) ku Hevseroka Bajarokê Girkê Lekê ye, tev pereyê li ber destên xwe bi xwe re birine û wê jî bazadaye.

Berpirsê sêyemîn jî ku berpirsê wergirtina pereyê avê li Hesekê bûye tev pereyên li ber destên xwe ku pereyê 6 mehên avê bûye li vî bajarî bi xwe re birine û revyaye.

Ev ne cara yekemîne ku berpirsên PYDê pereyê gel li Rojava di dizin û piştre di revin, dawî berpirsê PYDê ku pereyên li ber destên xwe bi xwe re biribûn û reviyabû berpirsê darayî yê encûmena Minbicê ya rêveberiya xweser bû ku PKKê li şûna girtin û cezakirina wî di biryareke pirr balkêş de zarokên wî weke dîl girtibûn û ji bavê wan re ragihandibû ger xwe teslîmî PYDê neke wê zarokên wî di zindanê de mezin bibin.

Pustên heman beş