Hat ragihandin ku 22yê Îlonê li Girtîgeha Feşfuye ya Tehranê ciwanê Kurd ê bi navê Emîr Hisên Hatemî yê 23 salî yê ji herêma Sîrwanê yê bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê bi îşkenceyê hate kuştin.
Xizmên Emîr Hisên ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re gotine, Emîr Hisên beriya 10 rojan ji bo wergirtina wesayita bavê xwe çûye navendeke polîsan a li Tehranê, lê belê ji ber cezayê ku di dosyayeke berê de lê hatiye birîn hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Feşfuyeyê.
Hat diyarkirin ku Emîr Hisên herî dawî 21yê Îlonê bi rêya telefonê bi bavê xwe re axivîye û jê re gotiye ku li girtîgehê îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û wê wî bibin nexweşxaneyê.
Piştî vê agahiyê malbat çûye nexweşxaneyê ji bo Emîr Hisên bibîne, lê belê destûr ji wan re nehatiye dayin û piştî rojekê jî agahiya mirina Emîr Hisên dane wan.
Malbata Emîr Hisên piştî ku li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiya, cenaze teslîmî wan kirin û ji bo veşartinê cenaze birin gundê Lerênî yê Sîrwanê.