4 Çekdarên dî yên rêxistina PKKê, li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşa topbarana artêşa Tirkiyê û canê xwe ji dest dan.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja duşemî 27/9/2021ê li hesaba xwe a Twitter ê belav kir, di êrîşekê de ku li sînorê operasyona Birûskê li herêma Başûrê Kurdistanê pêkhatîye, 4 çekdarên rêxistina PKKê hatine hedef kirin.
Dest nîşan kir, di êrîşê de, her 4 çekdar hatine kuştin.
Wezareta bergiryê dîmenên topxaneya artêşa Tirkiyê li Twitter ê danane, ev jî bi wê watayê tê ku êrîş ji bejahî pêkhatîye.
Rêxistina PKKê tu agahî li derbara êrîşê nedane, lê belê ajansa ANF ê îro ji dest dana Gerîlayekê xwe belav kirîye ku li gorê wê li meha xizîrana îsalê li navçeya Xakurkî şehîd ketîye.