HDPê xwe wek muxateba pirsa kurd nîşan da û behsa Ocalan jî nekir!

HDPê xwe wek muxateba pirsa kurd nîşan da û behsa Ocalan jî nekir!

HDPê deklerasyoneke ku ji 11 xalan pêk tê, ragihand û tekez kir, ew dixwazin bi dirûşma “tifaqa demokratîk” rêya xwe bidomînin. HDPê xwe wek muxateba pirsgirêka kurd nîşan da û qet behsa Îmralî û Ocalan jî nekir!

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar îro, 27/09/2021, li Enqera paytexta Tirkiyê nexşerêya partiya xwe eşkere kirin.

Hevserokên HDPê di vê dema ku li Tirkiyê gotûbêjên li ser çareserkirina pirsa Kurd û hevpeymaniyên ji bo hilbjiartinan geş bûne, tesbît, nêrîn, rêbaz û prensîbên xwe di bin 11 xalan de bi aliyên siyasî û raya giştî re parve kirin.

Ew 11 xalên ku di deklarasyonê de hatine rêzkirin ev in; Demokrasiyeke bihêz, darazeke bêalî û serbixwe, îradeya gel, ne rejîma qeyûman, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurdan, dîplomasiyeke aştiyane, azadî û wekheviya jinan, di aboriyê de edalet, di rêvebiriya giştî de liyaqet, parastina xwezayê, jiyaneke azad ji bo ciwanan û makeqanûneke demokratîk.

HDP dibêje, “Kîjan aliyên civakî û aktorên siyasî li dor van rêbaz û prensîban bixwaze bi me re danûstandin û gotûbêjan bike, em amade ne ku bi wan re bimeşin û têkoşîneke hevpar û rêveberiyeke hevpar ava bikin.”

Ev demek e nîqaşa li ser `tifaqên hilbijartinê` jî germ bûye û têkildarî vê mijarê jî HDPê tekez dike, “Em ji bo hilbijartinên parlemanê, dixwazin bi dirûşma “tifaqa demokratîk” meşa xwe ya tifaqa gelan û tifaqa aştiyê û tifaq û piştevaniya jinan bidomînin.”

Herwiha HDPê bang li hemû sazî û dezgeh û partî û her welatiyekî Tirkiyê jî kir “ku siberojeke ronak dixwaze” û got, “Berpirsyarî ya me hemûyan e. Em li şûna hesabên şexsî û berjewendiyên partîzaniyê, bi aqilekî hevpar û bi hev re siberojê ava bikin.”

Pustên heman beş