Rêveberê PKK Haydar Varto li Qamişlo hat hedef kirin

ئه‌نگین كارائاسڵان- حه‌یده‌ر ڤارتۆ (2)

Hat îdîa kirin ku rêveberê PKK Haydar Varto heyva derbas bûyî li Qamişlo hatîye hedef girtin. Îdîa ji aliyê ajansa Anadolu hate belav kirin.

Ajansa Anadolu da diyarkirin ku Engîn Karaaslan bi navê kod Haydar Varto li Qamişlo di operasyonekî hevbeş ya MÎT û TSK de hatîye hedef girtin. Li vê ajansê hate diyarkirin ku Engîn Karaaslan ji aliyê Wezareta Hundur ya Tirkîiyê bi lîsta sor dihate legerandin.

19 Heyva Tebaxê xeber belav bûbû ku li ser rêya Hesekê u Qamişlo M4 kesayetek ji aliyê firokeyên bê mirov hatîye hedef girtin û têde sê kes hebûn. Le belê PKK li ser ve yekê çi agahiyek belav ne kir. Ji aliyê PKK û YPG ve çi daxuyanî li ser ve yekê belav nebû.

Engîn Karaaslan kîye?

Engîn Karaaslan xelkê bajarokê Varto ê girêdayî Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ye. Ew salên 1980’yan tevlî PKK bûye. Ew kesek zewicîye û bi hevjîna xwere beşdar nava refên PKKê bûye. Hevjîna wî Zînnet Karaaslan jî sala 1991an li bajarê Wanê di pevçûnekê de jîyana xwe jî dest daye.

Haydar Karaaslan salên 1990an li Sûriyê perwerda Ocalan dîtîye. Li Bakurê Kurdistanê Amed, Mûş û li Amanose rêveberî kirîye.

Salên 2000an jî rêveberê PKKê yê Ermenîstanê bûye.

Haydar Varto- Engîn Karaaslan wek endamê Dîwana Dad ya KCK erk girtiye. Piştî 2014 pêve li Rojava û Şengal’ê kar kiriye. Li rojava berpirsê Mahkeme, gümrük û karên cur bi cur bûye.

Tê îdîa kirin ku cara yekê ye Tirkiye kesekî di vê astê de bilind li Rojava hedef dike.

Pustên heman beş