‘Erdogan piştî serdana Diyarbekirê pakêteke nû ya çareseriyê amade dike!’

‘Erdogan piştî serdana Diyarbekirê pakêteke nû ya çareseriyê amade dike!’

Hat îdiakirin ku Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana xwe ya Diyarbekirê ya meha Tîrmehê rapirsîyek daye çêkirin û li gorî encamên wê rapirsîyê jî amadekariya pêşkeşkirina pakêteke nû ya çareseriyê ango ‘Pirsa Kurd’ dike.

Li gorî kulîsên AKPê ku ji aliyê rojnamevanê Tirk Tuncay Mollaveisoglu ve hatine parvekirin, di hilbijartinên bê yên 2023yan de serkeftina tifaqa AKP û MHPê mimkun xuya nake û Erdogan jî hay ji vê heye û loma piştî 2018an cara yekem serdana Diyarbekirê kiriye.

Rojnamevanê Tirk gotiye, Erdogan piştî wê serdanê anketek daye çêkirin û hêvî jê re çêbûye ku bi mijara proseyeke nû ya çareseriyê bikare dengên partiya xwe bilind bike.

Li gorî nûçeyê gotinên Erdogan ên, “Me çareserî bo pirsa Kurd dixwest, lê HDP/PKKê ew hilweşand” din gel de bersiva xwe dîtiye û ji ber wê jî amadekariya pakêteke nû ya çareseriyê daye destpêkirin.

Pustên heman beş