Balefiran 3 Gerîla li Metînî kirin armanc

Balefiran 3 Gerîla li Metînî kirin armanc

Balefirên cengê yên dewleta Tirk çiyayê Metînî ê Başûrê Kurdistanê bordoman kir û 3 Gerîla ketin ber êrîşê û can da.

Li gorî agahiyên ku wezareta berevanyê a Tirkiyê parvekirine, di êrîşa roja duşemîya rabûrî de 27/9/2021ê, balefiran liv û tevgera PKKê li çiyayê Metînî bombebaran kir û di encamê de, 3 çekdarên rêxistinê can da.

Rêxistina PKKê li derbara êrîşa 27 îlon tu agahî nedane, lê belê îro 30/9/2021ê nasnameya Gerîlayekî ragihand ku li Amedê can daye.

Her yêk ji dewleta Tirk a dagîrker û rêxistina PKKê, rojane amara wendahiyên canî ên hev parve dikin, her yêk ji hêla xwe ve dibêje me ew qas kuştine, lê belê zirar şer tenê ji bo şêniyên Başûrê welate ku bi sedema vî şerî bi dehan gund û navçe tenê di sala rabûrî de çûl mane û ji şênîyan hatine vala kirin.

Pustên heman beş