Îran sibê li ser sînorên xwe û Herêma Kurdistanê dest bi manora serbazî dike

Îran sibê li ser sînorên xwe û Herêma Kurdistanê dest bi manora serbazî dike

Artêşa Îranê ragihand, ewê sibê li deverên sînorî yên li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê dest bi manora serbazî bikin.

Fermandeyê hêza bejayî ya artêşa Îranê, Kîyomers Heyderî ragihandiye, ewê sibê li herêmên “bakurê rojava”yê welat dest bi manora serbazî bikin.

Wî fermandeyê Îranî daye zanîn jî, dê di manora han de ji tevahiya yekîneyên artêşê beşdar bibin, lê negotiye manor dê çend rojan bikşîne.

Qesta wî fermandeyê artêşa Îranê ji deverên bakurê rojava, deverên sînorî yên li parêzgeha Ormiyê ye ku beşek jê bi Herêma Kurdistanê re hevsînor in, beşek jî bi Tirkiyê re.

Pustên heman beş