Tirkiyê ragihand, di operasyoneke esmanî de bo ser Çiyayê Qendîlê, berpirsê PKKê yê navçeya Kerkûkê Mehemt Hatip Arituk hatiye kuştin.
Ajansa fermî ya Tirkiyê bêyî ku amaje bi dema operasyonê bike, ragihand ku operasyon bi hevbeşî ji aliyê artêşa wî welatî û Saziya Istixbarata Niştimanî ya wî welatî (MÎT) ve hatiye kirin.
Li gor zanyariyên ku AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê ve belav kirine, Mehmet Hatip Ariturk ê bi nasnavê “Delîl Sêrt” di gelek êrişên li dijî hêzên Tirkiyê yên bi mûşek û çekên giran de beşdar bûye.
Ajansa fermî ya Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, ku ew berpirsê PKKê sala 2015an li bajarê Efrînê yê Sûriyê bûye û sala 2016an jî li Kerkûkê bûye û ji bo PKKê çekên giran dabîn kiriye.
Derbarê mijarê de PKKê û medyaya nêzîkî wê hêj tiştek belav nekirine.
Berpirsekê PKKê li Qendîlê hate kuştin