PKKê jin û zarokên Şengalê bi darê zorê derxistin caddeyan

PKKê jin û zarokên Şengalê bi darê zorê derxistin caddeyan

Rêxistina PKKê îro careke din şêniyên Şengalê weke amûrekê pirobagindayê û mertal bi kar anîn û ji boy cî bi cî kirina pîlanên xwe bi darê zorê li ser caddeyan belav kirin.

Partîya Demokrat a Kurdistanê, duh roja înî ragihand ku ewê îro roja şemî 2/10/2021ê karên xwe yên hilbijartinên parlmentoya Îraqê, li Şengalê dest pê bikin, ji boy vê jî PKKê îro liv û tevgerên xwe dest pê kirin û şêniyên Şengalê ji boy pêşî girtina li PDKê bi darê zorê xistine ser caddeyan.

Rêxistina PKKê îro, hejmareke şêniyên Şengalê ku piranî jê jin û zarokin, weke mertal bi kar anîne û ew bi darê zorê xistine ser rêyên sereke ên Sinûnê û Şengalê û dixwaze bi rêya wan, karên PDKê yên girêdayî hilbijartinên parlimentoya Îraqê asteng bike.

PKKe niha xwe bi xwedîya Şengalê dizane, gelê Şengalê jî pir ji reftar û mayîna wan ya bi zor acizin, ji ber ku bi sedema PKKê heya niha 80% a şêniyên Şengalê di kampan de aware û koçberin.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li sala rabûrî peymanek ji bo asayî kirina rewşa Şengalê û vegera awareyên wê îmze kir, lê belê PKKê nehişt ew peyman were cî bi cî kirin, sedema ku PKKê nehiştî Peymana Şengalê cî bi cî bibe ewe ku ev rêxistin xwe bi xwedîya Şengalê dizane û naxwaze şêniyên Şengalê vegerin warê xwe.

Pustên heman beş