Şanda namzedên Partîya Demokrat a Kurdistanê îro ku di xwest derbasî Şengalê û mezargeha Şerfeddîn bibe, ji hêla çekdarên YBŞê û PKKê ve ku cilên sivîlan li xwe kirbûn hatin asteng kirin.
Li gorî agahiyên destê me, îro roja şemî şanda namzedên PDKê ji boy hilbijartinên parlimentoya Îraqê di xwast li Şengalê karên xwe yên hilbijartinên parlmentoya Îraqê bimeşînin, lê belê ji hêla rêxistina PKKê û çekdarên wê ve, ev şand hat asteng kirin.
Rêxistina PKKê tevî ku jin û zarokên Şengalê bi darê zorê derxistin caddeyan û ew weke mertal ji bo pêşî girtina li şanda PDKê bi kar anîn, her îro çekdarên YBŞê û PKKê bi cilê sivîlan hatina şanda PDKê asteng kirin.
Di vê derbarê de, Qasim Şeşo fermandê hêza Pêşmergehan a Şengalê axivî û got ku gelê Êzidî pir ji van hewl û pêşî girtinên PKKê dilgiran bûne.