PKKê Kurdên Êzdî li Şengalê bêzar kirine

êzdî-PKK-bayik-sozdar (2)

Kesayetiyên êzdî li Şingalê ragihandiye, bikaranîna jin û zarokên êzdî ji bo rêgirîkirin li bangeşeya hilbijardinê karekî xirabe û li dijî mafê xelkê Şingalê ye.

Wekîlê mîrê êzdîyan ji bo karubarên peywendiyên Cewher Elî Beg di hevpeyvînekê de ji bo BasNewsê got: ‘’Divê hemû alî bi şêweyekî asayî bangeşeya xwe ya hilbijardinê bikin û rêgirî li bangeşeya hilbijardinê li Şingalê karekî baş nîne. Niha Herêma Kurdistanê hemû hizb û aliyek be şêweyekî gelekî baş bangeşe dikin. Divê ezmûna demukrasîya Herêma Kurdistanê were veguhestin ji bo hemû parêzgehên Iraqê. Ew aliyên dijayetiya bangeşeya hilbijardinê bike li dijî demokrasîye ye û li Şingalê nabe rêgirî li bangeşeya hilbijardinê were kirin’’.

Herwiha kesayetiyê êzdî li Şingalê, lyas Naso jî ji BasNewsê re axivî û da zanîn: “Xelkê Şingalê gelekî nîgeran in ji kiryarên PKKê û ew tenê xistina fîtne û ajaweyê ye û herdemekê kadirên PDKê tên Şingalê PKKê bi navên êzdiyan rêgiriyê wan li dike. JI ber wê ye divê PKK li Şingalê nemine û çunke ew dixwazin şer û alozî bikeve nava Şingalê û em ji kiryarên PKKê gelekî bêzar bûne’’.

Li aliyê din Fermandeyê Hêza Êzîdxanê Heyder Şeşo di bangeşeya hilbijardinê de got: ”Em xelkê Şingalê divê xwedîtiyê li êzdiyên xwe bidin û dengên xwe bidin xelkê xwe ku berpirisyaretîya xwe bi cî bînin û Şingalê ji destê çend aliyan de nehêlin, li Şingalê rêgirî li mêvanên Şingalê hatiye kirin ku karekî dûr ji demokrasî û mafê mirovan e û divê hemû aliyek bangeşeya xwe bikin mixabin aliyek keç û jin û zarokên Şingalê bikar tînin û hîç rêzê li êzdayetiyê nagirin’’.

Pustên heman beş