Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê cezayê 8 sal û 9 meh ê girîtgehê da siyasetmedarekî ku 4 sal berê wefat kiriye.
Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê roja 1ê Îlona 2021ê bo derbarê dosyeya KCKê de biryarê bide civiyaye ku 29 kes dihatin dadgehkirin.
Dadgeha Colemêrgê di çarçoveya doza KCKê de, derbarê 27 siyasetmedarên din de biryara 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê derxist ku yek ji wan kesan Berpirsê Pêwendiyên Rêxistina HDPê ya Colemêrgê Ahmet Onder bû ku sala 2017an di 80 saliya xwe de ji ber penceşêrê wefat kiriye.
Dadgehê ji bo Onder jî di heman dosyeyê de cezayê 8 sal û 9 mehan ê girtîgehê da.