PDKê li ser rêgiriyên PKKê li hember kandîdên xwe yên Şingalê daxuyaniyek belav kir

PDKê li ser rêgiriyên PKKê li hember kandîdên xwe yên Şingalê daxuyaniyek belav kir

Komîteya bilind ya hilbijartinan ya PDKê bi tundî li hember rêgirîkirina çekdarên PKKê li kandîdên PDKê li Şingalê nerazîbûn nîşan da û bang li hikûmeta Iraqê vê yekê çareser bike.

Duhî dema kandîd û kadro û berpirs û endamên PDKê dixwastin bo xebatên hilbijartinên giştî yên Iraqê derbasî devera Şingalê bibin, çekdarên PKKê rêya wan girtin û nehîştin.

Komîteya bilind ya hilbijartinan ya Iraqê li ser vê rewşê daxuyaniyek belav kir û bi tundî nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, mixabin hêzeka ne rewa û ne Iraqî dikare bi hêsanî pêşiya kandîdên PDKê bigire û nehêle jiyana xelkê devera Şingalê normal bibe.

Komîteya hilbijartinan ya PDKê hikûmeta Iraqê bi xemsartiyê tohmetbar kiriye û gotiye, bi rastî mirov şaş dimîne ji vê helwesta hikûmeta Iraqê.

Komîteya hilbijartinan ya PDKê bang li hikûmeta Iraqê û komîsyona hilbijartinan ya Iraqê jî kiriye demildest rêgiriyên PKK û binpêkirinên wan li devera Şingalê û parêzgeha Neynewa bidin sekinandin û serpêçîkaran jî siza bidin û atmosfereka munasib bo xebatên hilbijartinan bixulqînin. Êdî PDK vê yekê qebûl nake.

Pustên heman beş