Sibe Tirkiye û Azerbaycan manoreke serbazî li sînorê Îranê encam didin

turkey-iran-azerbaijan-army (2)

Tirkiye û Azerbaycan dê manoreke serbazî ya hevbeş li navçeya Nexcewanê li ser sînorê Îranê encam bidin.

Piştî ku Artêş û Supaya Pasdaran a Îranê di heftiyekê de 2 manorên serbazî li bakurê parêzgeha Urmiyê û Tewrêzê li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê encam dan, Enqere û Baku di daxuyaniyekê de ragihandin, ew dê manoreke serbazî ya mezin li navçeya Nexciwanê ya li nêzîkî sînorên Îran û Ermenistanê encam bidin.

Manora serbazî ya Tirkiyê û Azerbaycanê bi navê `Biratiya Têkneçûyî`, sibe 5ê mehê destpê dike û 3 rojan berdewam dibe.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Pinar Kara ragihand ku manora serbazî bi mebesta piştevaniya bo artêşa Azerbaycanê dibe, ev jî dibe duyemîn manora serbazî a Tirkiyê û Azerbaycanê di kêmtirî mehekê de li wê navçeyê, herweha 2 manorên serbazî yên Îranê di nava heftiyekê de.

Pustên heman beş