Êzdiyên li Efrînê rastî paqijkirina etnîkî hatine

êzdî efrîn-الايزيديين-عفرين (2)

Li Efrînê di encama êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, Kurdên Êzdî zerara herî mezin dîtine. Berî êrişa Efrînê nêzîkî 25 hezar Kurdên Êzdî li herêma Efrînê hebûn lê niha hejmara wan ji 5 hezaran kêmtir e. Rojnamevanê Fransî Sylvain Mercadier ji Rûdawê re got “Li Efrînê paqijkirina etnîkî û nijadperestî li dijî Kurdên Êzdî hatiye kirin”.

Di dîmenên ku ji nav gundê Qîbarê ku gundekê Kurdên Êzdî yê herêma Efrînê yê xewa dibe ku di êrişa van grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê, Kurdên Êzdî baca herî giran dan. Ne tenê mal û milk, mezargeh û perestgehên wan, lê heta goristanên wan jî ji destê çekdaran rizgar nebûn.

Sylvain Mercadier, rojnamevanê Fransî û pisporê rêxistinên radîkal, ku bi xwe serdana Efrînê kiribû, di derbarê Kurdên Êzdî yên Efrînê  got: “Wekî baş tê zanîn ku Efrîn herêmeke ku gelek pêkhate tê de bi hev re dijîn. Kurdên Misliman, hinek Ereb, lê gelek Êzdî lê hebûn, ku jiyaneke wan a nerîtî hebû. Gelek perestgeh û deverê rûhanî yên wan ên girîng li Efrînê hebûn ku min bi xwe jî serdana peresegeheke wan a pîroz li Efrînê kiribû.”

Sylvain Mercadier dibêje “Dema ku Efrînê kontrol kirin, ev navçe li ser destê serbaz û çeteyên girêdayî artêşa Tirkiyê rastî zerer û ziyanê hat û ev yek belgekirî ye. Raport hene, bi taybet ji Neteweyên Yekbûyî û hin rêxistinên nehikûmî yên din ku ev kiryarên tawankarî şermezar kirin. Em dikarin behsa paqijkirineke etnîkî û rekzperestiyê li dijî vê pêkhateyê bikin, ji ber ku ew ji aliyê radîkalên îslamîst ve wekî gawir hatin hesibandin”.

Beriya dagîrkirina Efrînê, nêzî 25 hezar Kurdên Êzdî li herêma Efrînê bûn. Ew li nav bajarê Efrînê û 22 gundên herêmê niştecîbûn. Niha kêmtirî 5 hezar Kurdên Êzdî mane û hin gundên wan wekî Bafelûnê bi temamî ji Êzdiyan hatiye valakirin û rê ji bo vegera wan nayê dayin.

Rûdaw