Balefiran 12 Gerîla li Avaşînê kirin armanc

Avaşînê-ئاڤاشین-په‌كه‌كه‌-توركیا-هێرش- (2)

Di 24 saetên rabûrî de, amarên şerê PKKê û Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê bi vî awayî ne, 12 Gerîla li Avaşînê ketine ber roketên balefiran û can dane, PKKe jî dibêje me çalakî li wir xurt kirine.

Wezareta berevaniyê a Tirkiyê di daxuyanîya xwe a herî dawîn de ku duh roja duşemî 4/10/2021ê daye, dibêje: Artêşa Tirkiyê li Avaşînê êrîşa asîmanî li dijî PKKê encamda, gurezkî herî giran bi rêxistinê ket, 12 çekdar hatin îmha kirin.

Di vê derbarê de PKKê li heman rojê daxuyanî da û tu agahî li derbara wendahiyên xwe ên Avaşînê nedane û tenê gotîye ku me çalakî li wir xurt kirine.

Artêşa Tirkiyê û PKKe rojane yan her li navbera du rojan amara zirarên canî ên hev parve dikin, lêbelê ev amar ji hêla tu saziyên serbixwe nayên pişt rast kirin.

Pustên heman beş