Hêzên hevpeyman bi dehan otomobîlên serbazî dan Pêşmerge

Hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê bi dehan otomobîlên serbazî teslîmî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kir.
Fermandeyekî hêzên hevpeyman li Iraqê bi navê Todd Burroughs li ser twîttera xwe ragihandiye, wan 50 otomobîlên serbazî teslîmî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kirine da ku şiyana hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de bihêztir bibe.
Fermandarê Hevpeymanan gotîye: Hevpeymanîya Navdewletî hertim piştgirî daye hevpeymanên xwe yên Pêşmerge, ji ber ku ew ji boy serketina erka me ya di şerê DAIŞê de pir girîngin, emê li ser vê piştgiryê berdewam bin.