“Ozcan Yildiz” yê ku li Garê htiye kuştin kî ye?

Ozcan Yildiz yê berpirsê PKKê di êrîşeka Tirkiyê de li çiyayê Gare hat kuştin, navbûrî li 2012 li devera Hekariyê beşdarî êrîşekê bibû û têde 8 esker hatbûn kuştin.
Artêşa Tirkiyê îro roja çarşemî 6/10/2021ê kuştina berpirsê PKKê ê bi navê “Ozcan Yildiz” û kodnavê “Dr Rudî” di êrîşeka MIT ê de, li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê ragihand.
Di daxuyanîya artêşa Tirkiyê de hatîye gotin ku “Ozcan” li sala 2012 li devera Hekariyê beşdarî êrîşeka PKKê a li dijî artêşa Tirkiyê bibû ku têde 8 eskerên Tirk hatbûn kuştin.
“Dr Rudî” li sala 1999ê tevlî PKKê bûye, li sala 2013ê hatîye Başûrê Kurdistanê û erk li Qendîlê, Zapê, Avaşîn û piştire li Şengalê wergirtine.