Li Erdexanê berfa ewil ya salê bariya

erdexan-kurdistan-befir-snow-2

Li navenda parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê berfa salê bariya û navenda bajêr bi rengê spî xemilî.

Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê êdî berf û baran hêdî hedî destpê kiriye, bi taybetî li deverên çiyayî.

Şeva borî li parêzgeha Erdexanê pêtiya baranê destpê kir û piştre berf bariya. Piştî demekê nav bajêr û otomobîl bi rengê spî xemilîn.

Di heman demê de li navenda bajarokê Golanê ya ser bi Erdexanê jî berf bariya.

Pustên heman beş