Zimandirêjên nava medyayê û lalên nava Parlamentoya Îraqê de

Zimandirêjên nava medyayê û lalên nava Parlamentoya Îraqê de

Yek ji dezgehên rê pê dayî ji boy çavdêrîkirina karên parlamentoya Îraqê, navê wan endamên parlamentoya Îraqê eşkere dike ku kêmtirîn mudaxele û axaftin di civînên parlamentoyê de hebûne.

Li gorî rapora dezgeha “Medark” ku li dawîya tev xulên parlamentoyê de parve dike û heya 7/10/2021an, tev daneyên civînan li cem xwe arşîv kirine, “31” endamên parlamena Îraqî bi tenê yek carê beşdarî danûstandinên nava parlamenê de bûne.

Tevî vê yekê hat eşkere kirin ku “57” endamên parlamanê Îraqê heta yek carî jî di civînên parlamanê Îraqî de nepeyvîne, di nava wan de jî hin parlamenterên Kurd yên ji partiyên cuda cuda jî cî digirin.

Yaku bala mirov dikşîne eve ku beşek ji wan parlamenterên Kurd ku bi tu awa yan beşdarî danûstandinên di nava parlamantoya Îraqê de nebûne yan jî ger beşdar bûbin herî kêm axaftine û bi tu awa bergirî li mafên gelê Kurd nekirune, lê berevajî vê yekî di medyayê de pêtir ji her kesekî axaftine û xwe weke wilatparêz nîşan dane, di nava wan de her yek ji “Cemal Koçer, Rêbwar Kerîm Mehmûd, Serkewt Şemsedîn, Bilîse Cebar Ferman û Umer Rêkanî” cî digirin.

 Hinek ji van parlamanterên Kurd ewn yên ku rojane li ser ekranên tv, rûpelên rojnameyan û sosyal medyayê de derdikevin û rê bi t kusek din jî nadin wan rexne bikin û xwe weke parêzvanên Kurdistanê didin nasandin, lê belê ev rapore xweya dike ku ev kes bi tenê ji boy berjewendiyên xwe yên şexsî hewl didin û li gor wan berjewendîyan tev digerin û axaftinê dikin.

Hinek ji van parlamanterên Kurd yên di nava parlamena Îraqê de weke kore û lalan tev digerin, roj naçe ku di medyayê de êrîşî ser pîroziyên Kurdistanê nekin, roj naçe serok û rêber û desthilatdarên Kurdan rexne nekin û xwe weke dilsozên gel nîşan nedin, lê tu caran me nedît û me nebihîst bi yek peyv hikûmet, parlamen û rêber û desthiladarên Bexdayê rexne bikin, ev yek jî zelal dike ku ev kesane kesên xwe firoşin ku li pey berjewendiyên xwe ketine û berjewendiyên netewî pişt guhkirine.

Di raporê de her weha hatîye diyar kirin ku parlamenter “Rêbwar Hadî Ebdulrehman” di nava parlamenterên Kurd de pêtir ji hemûyan mudaxele di danustandinên di nava parlamantoyê de kirîye, “Viyan Sebrî” di nava parlamenterên jin yên Kurd de pêtir ji hemûyan mudaxele kirine, “Beyar Tahir Doskî” pêtir ji hemû parlamenterên Kurd beşdarî di danîna piroje qanonan de kirîye, lê belê ji hemûyan kêmtir di medyayê de derketîye.

Lînka rapora dezgeha “Medarîk”

Pustên heman beş