Kesên Amedekarîye provasayonê dikirin lî Hewlêrê hatin binçavkirin

Çar kesên ku amadekarî ji boy provakasyonê dikirin, hatin girtin. Hat hîn bûn ku wan kesan amedekarî dikir ku li dema hilbijartinê li Hewlêrê provaksyonan bikin.
Çar kesên ku li Nûnertîya HDPê a Hewlêrê cîh digirtin, îro hatin girtin. Van kesan amedekarî dikirin ku rojekê bera hilbijartinê û roja hilbijrtinê hinek çalekîyan bikin û sîh bixin ser hilbijartinê. Tê gotin hinek kes ji milê Avrupa jî bên û hinek kesên din jî hazir bin, bi navê ku hinek zindanî Rojîya Birçîbûnê dikin, eve dê çalekîyan ji boy piştgirîya wan bikin.
Kesên hatine girtin û peywendiya wan li gel PKKê
Ew kesên ku hatine binçavkirin yêk jiê “Nahîde Ermîş”e, “Ermîş” Gerîllayekî kevine û deh salan li zîndanê maye, hêşta jî kadiroyekî PKKê ye. Herî dawî ji ber doza li ser wî ji Bakur hatîye Rojava u li vir jî çûye Qendîlê.
Li Buhara derbasbuyî ew hatîye Nûnertîye HDPê û wek berdevk hatîye erkdarkirin, “Nahîde Ermîş” li îstixbarata PKKê anko Navenda Lekolînîn Polîtîk “NLP” ê kar dike, li heman demê jî, talîmatên Qendîlê ji boy tên rêkirin ji bo ko rabigihîne.
Tê zanîn ku PKKe li dema hilbijartinê li gel hinek dewletan hereket kir ku li Başûr alozîyan derxe û li heman demê ew û Haşdî Şabî namzetên xwe yên hevbeş serbixin. Ana jî dixwaze provaksyona derxe. Jî ber vê yekî jî Nûnertîye Hewlêrê ji boy xwe dike maske. Hinek kes hatine erkdar kirin ku Hewlêrê tevlîhev bikin.
Nûnertîya HDPê ya Hewlêrê bûye navenda PKKê
Nûnertîya HDPê ya Hewlêrê weke mektebekî PKKê tû bi kar anîn, PKKê ev îcazeya jî boy HDPê hatîye dayîn û hasasîyet û rêza jî boy HDPê tê girtin suîstîmal dike, ji îstîfade dike. Tevayî karên xwe li vir di meşîne. Li heman demê xabatên kadiroyên PKKê, Şervanên nû û gelek karên dî li vir di meşîne. Tîştê girîng eve ku Nûnertîya HDPê ya Hewlêrê ku li dijî Herême Kurdistanê kar dike, dixwaze dest bavêje meseleyên hundir yên Heremê. Xwe tevlîkirina karên Herêma Kurdistanê ya Nûnertîya HDPê demek dirêje nerazîbun dijî wê heye. Dîyare ku ve care jî dê Nûnertîya HDPê ji aliyê PKKê ve jî boy ajandayên sîyasî yên heremî hête bî kar anîn.
Ragihandina PKKê jî ev demek dirêje Herêma Kurdistanê kirîye hedef û bangawazî çalekîyên provakatîf dikin.