Îsraîlê bi moşekan êrîşî bingeheke esmanî ya Sûriyê kir

Îsraîlê bi moşekan êrîşî bingeheke esmanî ya Sûriyê kir

Îsraîlê bi moşekan êrîşî bingeheke esmanî ya Sûriyê kir û di encamê de 6 serbazên Sûriyê birîndar bûn.

Li gor ajansa SANA ya Hikûmeta Sûriyê diyar kir, şeva borî derdora saet 21.00, Îsraîlê hejmarek moşek arasteyî Balafirxaneya T4 li gundewarê Humsê ya li naverasta Sûriyê kir.

Zanyariyan eşkere kir, di encama wê êrişê de, 6 leşker birîndar bûn û ziyaneke madî jî gihîşt wê bingeha serbazî.

Li gor çavkaniyên xwecihî, êrîşê cihê embarkirina dronan li nava wê balefirxaneya serbazî kiriye armanc.

Îsraîlê berpirsyaretiya xwe ji encamdana êrîşê ranegihandiye, lê diyar dike, ew rê nadin Îran pêgeha xwe li Sûriyê bihêz bike.

Pustên heman beş