Di encama teqîna mayînekê li gundekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê, sê zarokên kurd bûne qurbanî.
Mayîn li gundê Çete Ziyaretê rû da, tê de zarokê bi navê Henan Mûrad Mihemed ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest û şehîd bû,
Jêdera ARKê da diyarkirin jî ku her yek ji Yûsiv Bozan û Rênas Ehmed Ebdulqadir ku herdu 14 salî ne birîndar bûn.
Gundê Çetel Ziyaretê gundekî Efrînê ye û yek ji 12 gundên navçeya Şêerawa yên di bin destê PYDê û rêjîma Sûriyê de mane, di her demekê de mayîn diteqin tê de welatiyên sivîl bacê didin û dibin qurbanî û jiyana xwe ji dest didin.