Li Rojavayê Kurdistanê dema çend rojane asayîşa PYDê bi zorê wilatiyên kurd ên li gundên ser sînorê Başûrê Kurdistanê derdixe kolanan û wan neçar dikin li dijî vegera pêşmerge û cîbicîkirina lihevhatina Şingalê ya di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de slogan û dirûşmeyan bavêjin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir, ji 5/10/2021an heya îro, rojane asayîşa PYDê xelkê gundewarên ser sînor derdixin kolanan û wan neçar dikin dirûşmeyên tûj li dijî pêşmerge û Hikûmeta Herêmê pavêjin, PYDe dixwaze van çalakiyan bide pal Encûmena Malbatên Şehîdan lê belê di esas de PYDe bi xwe û bi fermana Qendîlê ye ku vê karê dike.
Çavkaniyên Darka Mazî li Rojavayê Kurdistanê her weha eşkere kir, asayîşa PYDê bi xelkê radigihîne ku pêşmerge çeteyên Tirkiyê ne û li gor polotikayên Tirkiyê tev digerin, lê jiberku gelê kurd pêşmerge baş nas dike û dizane pêşmerge ji boy azadiya Kurdistanê dixebite dernakevin kolanan, loma PYDe bi givaş û tehdîdkirin û fêlbaziyan wan neçar dike derkevin kolanan û xwepêşandana saz bikin.
Yek ji şêniyên gundên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê ragihand, em ji desthilata PYDê bawer nakin lê belê ji boy parastina jiyana xwe û zaroyên xwe ji zor û sitema çekdarên asayîşa PYDê em neçar dimînin derkevin kolana, tevî ku hejmara me ne ewqas zêde ne lê yên diçin jî ji neçarî û jiber gefên çekdarên PYDê dicin û siloganan li dijî pêşmerge bilind dikin.