Rêxistina PKKê weke hertim bi terzê terorê rêya gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê mayîn û TNT dike, îro hêza Pêşmergehan hewleke din a vê rêxistnê tune kir.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 9/10/2021ê, hêza Pêşmergehan TNT li mifreqa gundê Babîrê ji nav bir ku ji hêla çekdarên PKKê ve li ser rêya Pêşmergehan hatibû danan.
Dest nîşan kir, PKKê ev TNT li Mifreqa gundê Babîrê li nêzî geliyê Dihê girêdayî parêzgehîya Dihokê danabû.
Li gorî agahiyên destê me, TNT ya ku PKKê li Bifreqa Babîrê danay, bi qasî 2 heya 3 kîlogiraman bû û 50 metroyan dûrî cadeya sereke danabû.
Rêxistina PKKê li van mehên dawiyê danana TNT yan li ser rêya gundên Başûrê Kurdistanê û rêya Pêşmergehan ji bo xwe kirîye kar û kesabet, herî kêm di dema salekê de, ev dibe TNT ya 10ê ya PKKê ku ji hêla hêza Pêşmergehan ve tê pûç û ji nav birin.
Hêjay gotinê ye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji nemana rejîma Sedam di hewlên berdewam de ye ji bo ku navçeyên Başûr ji mayîn û teqemenîyan xelas bike, ew maynên ku li dema xwe vê rejîma dîktator di rêya Pêşmergehan de di danan, lê belê PKKe ji nûve hatîye û çav li rejîma Sedam dike û rêya Pêşmergehan mayîn û TNT dike.