Balefirên cengê yên dewleta Îraqê îro liv û tevgera terorîstên DAIŞê li sînorê Xaneqînê hedef kir, hejmareke terorîstan kuştin.
Şaneya medyaya cengê girêdayî wezareta berevaniyê ya Îraqê îro roja şemî 9/10/2021an, eşkere kir, fermandarîya hevbeş û balefirên cengê yên Îraqê, pêgeheke terorîstên DAIŞê li Başûrê Xaneqînê hedef kir.
Dest nîşan kir, hejmareke terorîstan di êrîşê de ku li navçeya bi navê “Wadî Selab” yê başûrê Xaneqînê pêkhatîye, ketine ber roketên balefiran û hatine kuştin.