Pênc çekdarên rêxistina PKKê îro li çiyayê Garê û Avaşînê ketine ber êrîşa balefirên dewleta Tirkiyê û can dan.
Li gorî agahiyên ku wezareta berevaniyê ya Tirkiyê îro roja şemî parvekirine, di du êrîşan de ku li çiyayê Gare û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê pêkhatine, 5 Gêrîlayên PKKê hatine kuştin.
Di êrîşa li çiyayê Gare 2 û li devera Avaşînê jî 3 Gerîla bûne hedefa roketên balefirên dewleta Tirkiyê.
Rêxistina PKKê heya niha tu agahî li derbara van êrîşan nedane.