Rêxistina PKKê îro ji dest dana fermandarekê xwe yê beriz yê bi navê Azad Çelê ragihand ku li gorî rêxistinê ew bi nexweşîya penceşêrê mirîye.
HPGê îro roja yekşemî 10/10/2021ê daxuyanî da û eşkere kir ku fermandarê wan yê bi navê Azad Çelê li 2 sêptambera îsal 2021ê li Herêmên Parastinê yên Mediya can da.
Di daxuyanîya HPGê de hat ku Azad Çelê bi nexweşîya penceşêrê ket û wî bi morala şoreşgerî û bawerîya Apoyî li dijî nexweşiyê şer kir û bi serket, lê belê nexweşî car din lê vegerî û can da.
Azad Çelê kî ye?
Li 1972 li Çelê ya Colemêrgê ji dayîk bûye.
Li sala 1993 tevlî PKKê bûye.
Li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi taybet devera Behdînan û Qendîlê erk di rêxistinê de wergirtine.
Li salên notê li gel rêberê PKKê Apo bûye.
Herî dawî erka endamê konseya fermandarîya HPGê hebû.