Bi vîdyo – Asayîşa PYDê bi darê zorê xelk kêşî deriyê Sêmalka kir

Li Rojavayê Kurdistanê dema çend rojane asayîşa PYDê bi zorê wilatiyên Kurd ên li gundên ser sînorê Başûrê Kurdistanê dertêxe kolanan û wan neçar dikin li dijî vegera pêşmerge û Peymana Şingalê siloganan bavêjin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir, ji 5/10/2021an heya îro, rojane asayîşa PYDê xelkê gundewarên ser sînor dertêxin kolanan û wan neçar dikin sloganên neciwan li dijî Pêşmerge û Hikûmeta Herêmê pavêjin.

Her wiha diyar kir, dawî car asayîşa PYDê xelkê gundên sînorî bi darê zorê li alê deriyê Sêmalka yê sînorî kom kirin û silogan li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi wan dan gotin.

 PYDe dixwaze van çalakiyan bide pal Encûmena Malbatên Şehîdan lê belê di esas de PYDe bi xwe û bi fermana Qendîlê ye ku vê karê dike.

Çavkaniyên Darka Mazî li Rojavayê Kurdistanê her wiha eşkere kir, asayîşa PYDê bi xelkê radigihîne ku pêşmerge çeteyên Tirkiyê ne û li gor polotikayên Tirkiyê tev digerin, lê jiberku gelê kurd pêşmerge baş nas dike û dizane pêşmerge ji boy azadiya Kurdistanê dixebite dernakevin kolanan, loma PYDe bi givaş û tehdîdkirin û fêlbaziyan wan neçar dike derkevin kolanan û xwepêşandana saz bikin.

Yek ji şêniyên gundên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê ragihand, em ji desthilata PYDê bawer nakin lê belê ji boy parastina jiyana xwe û zaroyên xwe ji zor û sitema çekdarên asayîşa PYDê em neçar dimînin derkevin kolana, tevî ku hejmara me ne ewqas zêde ne lê yên diçin jî ji neçarî û jiber gefên çekdarên PYDê dicin û siloganan li dijî pêşmerge bilind dikin.

Pustên heman beş