Komîsyona Hilbijartinê: Îro hilbijardin li parêzgeha Hewlêrê bi baştirîn awayî birêveçû

Berpirsekî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê aşkere kiriye proseya hilbijardinê li parêzgeha Hewlêrê bi baştirîn awayî bireweçû, ne pêşilkarî hebû, ne êrişa bo ser baregeha dengdanê, ne şikenandina amara dengdane û ne jî pirsgirekêke emnî.

Piştî bi dawîbûna proseya dengdanê ji bo hilbijardina parlemantoya Iraqê, Berdevkê Komîsyina Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê li Hewlêrê Ehmed Mazin Samerrayî ji BasNewsê re axivî û got: ‘’Îro hilbijardin li parêzgeha Hewlêrê bi baştirîn awayî berêveçû, ne sextekarî hebû, ne êrişkirina ser baregeha dengdanê, ne şikenandina amêra dengdanê û ne pirsgirêka emnî, atmosfera hilbijardinê gelekî gelekî baş bû.’’

Herwiha Ehmed Mazin Samarreyî da zanîn karmendên komisyonê gelekî hest bi asûdeyî kiriye, çunke hîç pirsgirêkek û hîç fişarek li ser komisyonê nebûye.

Herwiha Ehmed Mazin Samareyî li ser karnekirina amarên dengdanê jî got: ‘’Serê sibehê li hindek amêrên dengdanê ji kar ketibûn, hemû hatin çareser kirin. Piştî nîvro hîç amêrek ji kar neket û dengderan bi asûdeyî dengên xwe dane. ‘’

Ehmed Mazin Samerrayî ji BasNewsê jî re aşkere kir ku hîç serpêçîyek nîne û hîç skalayek tomar nebûue û hîç skalayek jî ji bo ofîsa Hewlêrê ya komisyonê neçûye.