Çekdarên DAIŞê li sînorê Kerkûkê êrîş kirin ser navendeke dengdanê kir.
Ligor nûçeya Kurdistan24ê, çekdarên DAIŞê li gundê Setîhî yê ser bi bajarokê Reşad ê li sînorê parêzgeha Kerkûkê, êrîş kirin ser navendeke dengdanê.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, hîn jî şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê çekdarên DAIŞê berdewam e.
Ev di demekê de ye ku vê êvarê Rêveberê Pêwendî û Ragihandinê yê Wezareta Navxwe ya Iraqê Se’d Mien ragihand; plana parastina proseya hilbijartinan û navendên dengdanê bi temamî bi ser ket.
Se’d Mien diyar kir ku ev yekem car bû piştî 2005an proseya dengdana hilbijartinan birêve diçe û qedexeya hat û çûnê nehat ragihandin û plana ku hatibû danîn ji bo parastina navendn dengdanê serkeftî bû.
Îro yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê proseya dengdana giştî ya hilbijartinên gera pêncem a Parlamentoya Iraqê birêve çû.