Rêxistina PKK ê îro ji dest dana 5 çekdarên xwe yên din ragihand ku li Başûrê Kurdistanê ketne ber êrîşên artêşa Tirkiyê.
HPGê îro roja duşemî 11/10/2021ê daxuyanî da û ji dest dana 5 Gerîlayan li devera Avaşîn ragihand ku li gorî wê ketine ber êrîşa bi çekê kîmyayî yê qedexekrî yê artêşa Tirkiyê.
HPGê gotîye: Gerîlayên wê li 5 oktobera îsal 2021ê li devera Avaşînê ketine ber êrîşan û can dane.
Ji destpêka vê mehê ve, rêxistina PKKê tenê li Başûrê Kurdistanê herî kêm nêzî 25 çekdarên xwe ji dest dane, PKKê jî di daxuyaniyên ragihandina şehadeta wan de di go: Ew mîlîtanên hêja yên Apo bûn!!.