Li Efrînê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

غفرين-تفجير-efrin-teqin (2)

Li Efrînê di encama teqîna otomobîlek bombebarkirî de, kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Îro roja yekşemê 11/10/2021ê otomobîleke bombekirî li nêzî meydana Kawa teqiya û di encamê de kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Teqîn li nêzîkî bazara Hal a di nava Efrînê de rû da û baregeheke leşkerî ya grûpa Artêşa Îslam jê ve nêzîk e.

Heta niha nayê zanîn kesê hatiye kuştin, sivîl e yan çekdar e, lê hejmarek ji birîndaran sivîl in û zarok jî di nava wan de hene.

Pustên heman beş