Di hilbijartinên Îraqê de hejmara dengên namzetên PKK’ê hezar derbas nekir

Rêxistina Tevgera Azadîya ser bi PKK’ê ve di hilbijartina 4 berbijêrên serbixwe de ku ji bo hilbijartinên Parlemana Îraqê berbijar kirbûn bi ser neket. Di heman demê de, namzetê PKK-ê yê ji Partiya PADE-yê li Şengalê nekarî bi ser bikeve.

Encamên ewilên hilbijartinên giştîyên pêşwextên ku duh li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin, ji aliyê Komîsyona Bilinda Serbixweya hilbjartinan ve hatin eşkerekirin.

Tevgera Azadiya PKK’ê jî bi 4 namzetên serbixweyên ji Silêmanî û Kerkûkê tevlî hilbijartinê bû.

Hate hînbûn ku dengên Mohamed Hesen yên ji herêma 4a Silêmaniyê, Ronak Mecîd ji herêma 2, Yisra Receb ji herêma 5 û Şîrîn Abdullah ji herêma 1a Kerkûkê ji 100ê derbas nekiriye. Şêx Semîr, ku li Şengalê namzetê PADE bû, tevî ku PKK’ê li Şengalê feriz kir jî dora 600 dengan bi dest xistin. Ji xeynî vê, PKKê li Şengalê bi Ereb û Heşdî Şaebî re tifaq kir.

Di hilbijartinên borî de, PKK’ê bi Newy Nû re tifaq kir û namzetek derxist pêş. Vê carê, PKKê ev endam jî wenda kir.

Tevî ku PKK namzetên xwe hene, hevserokê Konseya Rêvebera KCK’ê Cemîl Bayik ji bo hilbijartinên Îraqê ji boy YNK’ê piştgirî xwest. Ev bû mijara nîqaş û nerehetiya girseya piçûka PKK û namzetên wê. Bi taybetî jî namzetan rexne kirin û gotin, “eger YNK bê destekkirin, çima em bûn namzet?”

Tevî ku PKK îdîa dike ku li Başûrê Kurdistanê hejmarek alîgirên wêyên zêde hene, dengên wêyên kêm bûn cihê nîqaşê.