PDK li ser encamên hilbijartinên Iraqê gilî dike

PDK li ser encamên hilbijartinên Iraqê gilî dike

Dezgeha hilbijartinan ya PDKê ragihand, wan bi 28 giliyan daxwaz ji komîsyona hilbijartinan ya Iraqê kirine sebeba cudahiya navbera encamên wan û encamên komîsyonê de were eşkerekirin.

Berpirsê beşa yasayî li dezgeha hilbijartinan ya PDKê, Hawar Mihemed ragihand, emê îro 28 giliyan li komîsyona hilbijartinan ya Iraqê tomar bikin li ser encamên hilbijartinan. Beşek ji wan giliyan li ser encamên hilbijartinan li parêzgeha Silêmaniyê ye. Ew dengên ku me li wê deverê bi dest xistiye bi encamên ku komîsyonê ragihandiye, re ferq dike. Ji ber wê jî em dixwazin sebeba vê yekê bizanin.

Hawar Mihemed her wiha got, emê li parêzgehên Kerkûk, Helebce û Neynewa jî gilî bikin.

Bi gotina wî berpirsê PDKê, eger giliyên wan bên qebûlkirin dê hejmara kursiyan zêde bibe.

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî yên Iraqê, PDKê 32 kursiyên parlementoya Iraqê misoger kiriye.

Pustên heman beş