Rêxistina PKKê karên xwe ên ne qanûnî li Herêma Kurdistanê dewam dike û di nûtirîn karê xwe de, vê rêxistinê TNT yek li nêzî hêzên pasewanên sînorî yên Îraqê ku kurdin danî û pişt re hat pûçkirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 9/10/2021, hêza pêşmergehan TNT yek li Rojava nuqteya pasewanên sînorî yên Îraqê li çiyayê hindavî Tîlerê ya Herêma Berwarî bala ku ji hêla PKKê ve hatbû danîn ji nav bir.
Li gorî agahiyên destê me, TNT ya ku PKKê li nêzî nuqteya pasewanên sînorî danî bû, nêzî 15 kîlo TNT bûye ku dixwest bi pasewanên sînorî yên Îraqê û pêşmergeyan de biteqîne.
Rêxistina PKKê li van mehên dawyê danana TNT yan li ser rêya gundên Başûrê Kurdistanê û rêya pêşmergehan bo xwe kirîye kar û kesabet, herî kêm di dema salekê da, ev dibe TNT ya 11ê ya PKKê ku ji hêla hêza pêşmergehan ve tê pûç kirin.