Hejmara kursiyên PDKê zêde bû

pdk-flag-iraq-election (2)

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê derengê şeva borî encamên hejmartina bi destan a hejmarek navendên dengdanê aşkere kir.

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê derengê şeva borî encamên hejmartina bi destan a hejmarek navendên dengdanê aşkere kirin û kursiyeke din a PDKê zêde bû.

Li gor encaman, kandîdê PDKê li Zaxo Ebdulwahîd Ehmed bi ser ket û PDKê hejmara kursiyên xwe li Parêzgeha Duhokê ji 8 kursiyan kirin 9 kursî.

Li gor amarên Komisyonê belav kirine, piştî deng bi destan hatine hejmartin, diyar bû ku kandîdê PDKê Ebdulwahîd Ehmed 20 hezar û 348 deng anîne û bi vê yekê ket pêş kandîdê Yekgirtû Omer Koçer.

Bi vê yekê re, hejmara kursiyên PDKê di Encûmena Nûneran a Iraqê de, di 32 kursiyan dibe 33 kursî.

Ev di demekê de ye Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumane El-Xelay ragihand, encamên dawiyê yên hilbijartinan, piştî 20 rojên din dê werin ragihandin û eger heye guhartin di encamên destpêkê yên hilbijartinan de çêbibin.

Li gor encaman jî, kursiyeke Tevgera Hîkme, 3 kursiyên Lîsteya Tişrîn, 4 kursiyên Hevpeymaniya Fefih û 5 kursiyên Dewleta Yasa  zêde bûn.

Li hember jî, 3 kursiyên Tevgera Sedirê kêm bûn û ji 73 kursiyan, bi xwediya 70 kursiyan.

Pêştir Serokê Desteya Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Xelîl Ednan Xelef ragihandibû, ewên encama hejmartina destan a 8547 navendên dengdanê yên li 5 parêzgehan aşkere bikin ku bi tîrûpişk hatine destnîşankirin.

Kurdistan24

Pustên heman beş