Facebookê Ocalan û rêveberên PKKê xistin lîsteya xeternak de

Facebookê Ocalan û rêveberên PKKê xistin lîsteya xeternak de

Şîrketa Facebookê lîsteya kesatî û rêxistinên xeternak” ku hin kesatiyên kurd jî di nav de cî digrin parvekir, di vê lîsteyê de her yek ji: “Evdila Ocalan, Îsmaîl Sûseyî, Bahoz Erdal, Dûran Kalkan, Mezlûm Dogan, Murat Karayilan û Sakîna Cansiz” cî digrin.

Di lîsteya şîrketa Facebookê  de navên nêzî 4 hezar kesatî û rêxistinan tê dene ku li ser wan nivîsandin û bangeşekirin ji wan re qedexe ye, ev lîste li ser hin girûpan hatiye parvekirin ku “Tûjî, tawan, teror, bizavên civakî yên çekdar, rêxistinên radîkal” bi xwe ve digre û li ser sê lîsteyan hatîne parvekirin.

Li gor qanûnên Facebookê her kes ku bangeşeyê ji van kes û rêxistinan re bike, yan nivîsên wan wê werin jêbirin yan jî hesaba wan wê were pûçikirin.

Di nava vê lîsteyê de navê Îsmaîl Sûseyî, gotarbêjê berê yê mizgeftekî li taxa Aştî ya Hewlêrê ku li sala 2018an bi sûça hebûna têkiliyan bi DAIŞê re hatbû girtin heye.

Her weha hin kesatî û rêxistinên ser bi PKKê ku di Facebookê de hatine qedexe kirin hene û rê bi wan nayê dayîn kar û çalakiyên xwe di hesabên xwe yên Facebookê de parve bikin, di nava wan de gerîla Tv, Koma Civakên Kurdistanê, Partiya Jiyana Azada Kurdistanê, komên ciwanan, Partiya Karkerên Kurdistanê, Evdila Ocalan, Bahoz Erdal, Dûran Kalkan, Mezlûm Dogan, Murat Karayilan û Sakîna Cansiz jî cî digrin.

Pustên heman beş